Rojava News: Hat îdiakirin, di êrîşeke asmanî ya ser DAIŞê de ya rojavaya Iraqê ku li nêzî sînorê Sûriyê pêk hat bi dehan sivîl hatin kuştin.
2 parlemanter û karmendekî nexweşxaneyê ji Reutersê re ragihandin ku li eyalata Enbar bajarê El Qeyîm operasyoneke hewayî li ser sûkeke qelebalix pêk anîye û di encamê de 55 sivîlan canê xwe daye. Hat ragihandin ku jin û zarok jî di nav kuştiyan de hene.
