Rojava News: Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li ser êrîşên îro yên DAÎŞê ku, bû sedam kuştina leşkerekî Tirkiyê û birîndarbûna 6 leşkeran axifî û got ku, operasyona Mertala Feratê bo parastina ewlehiya Tirkiyê ye.
Derbarê vê yekê Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş got ku, Operasyona Cerablûsê ji bo ewlekariya Tirkiyê hatiye kirin.
Da zanîn ku, DAÎŞ û PYD li ser sînor êrîşê Tirkiyê kirine û gelek welatiyên Tirkiyê canê xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê operasyona Cerablûsê hate destpêkirin û heta ku, rêxistinên terorê yên wekî DAÎŞ neyên ji nav birin dê operasyonên wan ên li Suriyeyê berdewam bike.
Kurtulmuş diyar kir ku,Tirkiye alîgirê yekgirtiya axa Sûriyê ye û armanca Tirkiyê ne dagirkirina Sûriyê ye.
