Rojava News: Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser biryara senatoya Amerîkayê ya dayîna moşêkên parastina hewayî bo muxalîfên Sûriyê daxuyanî da.
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Huseyîn Muftuoglu biryara hikûeta Amerîkayê ya dayîna hin cureyên çekan bo komên muxalîfên Sûriyê nirxand û got, ‘Niha nayê zanîn bê dê ev erk were bikaranîn yan na, yan jî dê di kîjan çarçoveyê de were bikaranîn.'
Muftuoglu daxuyakirin, herhal dê bi aliyê Amerîkayê pêwendî were kirin û hesasîyetên me werin parvekirin û wiha axivî: "Ji bo çek nekevin destê rêxistinên ku di serî de ji bo Tirkiyê tehdîd in, hişyariyên pêwîst hatine kirin. Dê ev mijar ji nêz ve were şopandin."
Hêjayî bibîrxistinê ye pêşniyara senatoya Amerîkayê ya dayîna hin çekan bo muxalîfên Sûriyê ji aliyê Serokê Amerîkayê Barack Obama ve doh hatibû îmzekirin ku li gor hinek şertan dayîna çekên MANPAD ên moşekên parastina hewayî jî di nav de cî digirin.
