11:44:14
Rojava News: Duh bi şev, li Parka Maçka ya nêzîkî stadyûma Vodafone Arena ya semta Beşîktaşa Stenbolê du teqîn pêk hatin û di encamê de 29 kesan jiyana xwe ji dest da û 166 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, ku di encama teqînan de 2 jê xelkê sivîl, 27 polîsan jiyana xwe ji dest dane ku yek ji wan jî rêveberê polîsan e.
Soylu diyar kir, ku li gorî pêzanînên wan heta niha 166 kes jî birîndar in.
Derbarê bûyerê de heta niha 10 kes hatine binçavkirin.
Wezareta tendurustiya Tirkiyê piştî teqînan da zanîn, ku di nexweşxaneyan de pêwîstiya xwînê heye. Dengê teqînan li gelek taxên Stenbolê jî hate bihîstin.
Ji ber teqîna li Stenbolê li seranserê Tirkiyê rojek şîn hate ragihandin.
