Di şerê Mûsilê de zêdetirî 2 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin

Di şerê Mûsilê de zêdetirî 2 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin

11:36:50

 

Rojava News: Hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê ragihand, heta niha di şerê Mûsilê zêdetirî 2 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

 

Fermandeyê hêzên hevpeyman li Iraqê, Steven Townsend, duh li Bexdayê di hevdîtina digel Wezîrê Bergiriya Amerîka Ashton Carter de ragihand, di şerê Mûsilê heta niha zêdetirî 2 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

 

Wî fermandeyê hêzên hevpeyman da zanîn ku derdora 5 hezar çekdarên DAIŞê heta niha li nav Mûsil û Fellûcê de mane.

 

Derheqê gotegotên xitimîna şerê Mûsilê de jî wî fermandeyê hêzên hevpeyman got, tiştên wisa rast nînin ji ber ku operasyona Mûsilê didome.

 

Şerê Mûsilê ji roja 17 Cotmehê ve heta niha didome. Fermandeyên Iraqî dibêjin, ji ber hebûna sivîlan, nikarin bilez pêşde biçin.