11:53:15
Rojava News: Wezîrê koç û koçberên Iraqê ragehand ku heyama du mehên borî de, bi destpê kirina operasyona kontrol kirina Mûsilê ve heta naha 100 hezar kesan ji Mûsilê û qezaya Hewîcê ve koçber bûne. Herwaha tê gotin rêjeya penaberan kêmtire ji wekî ku pêşbînî dihate kirin û amadekarî bo vergirtina 120 hezar kesan tê kirin.
Wezîrê koç û koçberên Iraqê Derbaz Mihemed di daxuyaniyeke rojnamevanî de, piştî beşdarîkirina panelekî taybet de bo koçberan, ku konferansa partiyên sosyalîst ên Ewropa û welatên ereb ku îro li bajarê Silêmaniyê dest bi karên xwe kir, behsa amarên dawiyê yên bajarê Mûsilê û gohertinên dawiyê hatin kirin.
Derbaz Mihemed got: ‘’Ji destpêkê ve li gel hikûmeta herêma Kurdistanê rêkeftine li ser koçber neyên bên nav bajêr, ji ber di navçeyên dervey bajarên herêma Kurdistanê niştecîh bibin û heta naha nêzîk 100 hezar kes li qampan hatine niştecîh kirin, lê nêzîk 13 hezar kes jî di wan çend heftiyan de vegeriyane navçeyên xwe.’’
Herwaha got: ‘’Qampên me ji Şêxanê ve destpê dike û heta Xazir û Hesen Şam û navçeya Mexmûrê, ji vî alî ve jî li beşa başûrê Nînowayê li navçeya Geyare bi pileya yek, piştre jî li Kerkûkê rojane hemwelatiyan li Hewîcê koçber dibin.’’
Wezîrê koç û koçberên Iraqê behsa vê yekê kir ku amadakariyên wan di astekî başde ye û naha hêza li xwe girtina 120 hezar kesî heye, bo vê armancê jî li gel Netewên Yekbûyî plan kirine pêşwazî li 500 hezar kesî bikin, lê vê yekê dûr dizanin ku di heyameke kurt de hejmare koçberan bigehîte wê hejmarê.
Derbaz Mihemed got: ‘’Di heyama du mehan de hejmara koçberan geheştiye 100 hezar kesan û di bin kontrolê de ne, li gel koçber bûna rojane digehe du hezar kesan, sedî 70ê yê wan kesane jî berê xwe dane herêma Kurdistanê.’’
