22:49:59
Rojava News: Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di saetên êvarê de bi riya telefonê derbarê rewşa Helebê de bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re axivî.
Hate gotin ku di hevdîtinê de agirbestek mayîn li Helebê bê ragihandin û bo îxlal kirinan jî divê hewldanek hevpar bê dayîn û Erdogan ji bo texliye kirina sivîlên li Helebê jî ji Pûtîn re gotiye ku hewldanek hevpar divê.
Serokomar Erdogan ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re eşkere kiriye ku eger korîdorek biewle li Helebê bê vekirin, di mijara alîkariya mirovî û starbûna bihurbar ya li Tirkiyeyê amadene tewdîran bigirin.
Hate ragihandin ku di hevdîtinê de, di serî de serdana Serokwezîr Binali Yildirim ya Moskovê, gavên normalîzebûna têkiliyên her du welatan û xebatên zexmbûna sektora enerjiyê û hevkariya di hemû mijaran de hatine nirxandin.
