Wezîrê Derve yê Tirkiyê gefa standina nasnamê ji kurdên diyasporayê xwar!

Wezîrê Derve yê Tirkiyê gefa standina nasnamê ji kurdên diyasporayê xwar!

13:28:29

 

Rojava News:  Wezîrê Derve yê Tirkiyê gef li kurdên ku li Ewropa alîgirî û alîkariya PKKê dikin, xwar û ragihand, dê nasnameya Tirkiyê ji wan were standin.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu şeva borî ji televîzyoneke Tirkiyê re li ser şerê li dijî PKK û terorê axivî.

 

Çavûşoglu diyar kir ku yek ji encamderên êrişên xwekujî yên vê dawiyê yên Stenbolê, ji Sûriyê derbasî Tirkiyê bûye û ragihand, di wan teqînan de 44 kes hatin kuştin ku piranî polîs bûn.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê gef li kurdan û welatiyên Tirkiyê yên li Ewropa jî xwar û got, ewên ku li Ewropa alîkarî û alîgiriya PKKê dikin dê nasnameya Tirkiyê ji wan were standin û ji welatîbûnê were avêtin.

 

Tê zanîn gelek kurdên Kurdistana Bakûr, ji ber şerê PKK û Tirkiyê penaberî Ewropa bi taybet Almanya bûne.