Teqînek li Qeyseriyê pêk hat

Teqînek li Qeyseriyê pêk hat

12:13:24

 

Rojava News: Îro danê sibê otomobîleke bombekirî li ber deriyê Zanîngeha Erciyesê teqiya û  di encamê de hejmarek kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmarek jî birîndar bûne .

 

Li gor agahiyên destpêkê teqîn bi rêya otomobîleke bombekirî bi paseke ku leşkerên Tirk tê de bûne teqiyaye û di encamê de kuştî û birînda çêbûne.

 

Li gor daxuyaniyên fermî li serfermandariya artêşa Tirkiyê heta niha 13 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 48 kes jî birîndar bûn.

 

Lê heta niha ti agahiyên pêştrastkirî li ser pêkhînerî wê teqînê nehatiye dayîn