Li Stenbolê bi tekbîran êrişî avahiyên HDPê kirin

Li Stenbolê bi tekbîran êrişî avahiyên HDPê kirin

07:36:14

 

Rojava News: Hat ragihandin ku komek bi tekbîran êrişî avahiyên HDPê yên li navçeyên Bagcilar, Uskudar û Beylukduzu yên Stenbolê kirin.

Doh danê êvarî komekê êrîş bir ser avahiyên HDPê yên li navçeyên Bagcilar, Uskudar û Beylukduzu yên bi ser Stenbolê. 

Hat ragihandin kesên ku bi ser avahiya HDPê de girtine tekbîr avêtine û diruşmên tolhildanê qerîyane. BAGCILAR Li gorî agahiyên hatine bidestxistin komek bi fîşekên hewayî  û bi tekbîran êrişî ser avahiya HDPê ya li Bagcilarê kirine.

Koma ku bi tekbîran heta ber avahiyê hatine li ber avahiyê rawestiyan û dest bi êrişa fîşekên hewayî kirin.