12:10:30
Rojava News: Balefirek bê mirov a Amerîkayê emîrekî rêxistina tund a DAIŞê li bajarê Mûsilê kuşt.
Li gor zanyariyên bi dest ketine, emîrê DAIŞê yê bi navê Ehmed Xelfan Cercerî ji aliyê balefirekî bê mirov ê hêzên hevpeymaniya navnetewî ve hate bombebaran kirin û hat kuştin.
Çavkaniyekî li artêşa Iraqê ragehand, ku Ehmed Xelfan Cercerî li gel cîgerekî din ê bi navê Ebu Zeyn Muhacîr dema ku balafira bê mirov bombebaran kir, li navçeya Ugêdatê ya aliyê rojavayê bajarê Mûsilê bûn .
