Tirkiyê: Ji bo welatiyên Helebê kamp tê avakirin

Tirkiyê: Ji bo welatiyên Helebê kamp tê avakirin

 

Rojava News: Ji bo koçberên ji ber şer ji Helebên direvin Tirkiyê kampekê hezar kesî tê avakirin.

 

Li navçeya Reyhanliyê ya Hatayê amadekarî ji bo koçberan tê kirin û li nêzîkî deriyê sinorî yê Cilvegozuyê jî çadir têne vedan.

 

Peyamnêrê Rûdawê Şevket Herkî jî ragihand ku li gorî amarên berdest 6 hezar kes derbasî navçeyên ewle bûne û diyar kir ku karwanekê alîkariyê li ser sînor benda derbasbûna Sûriyê ye.

 

Peyamnerê me herwiha da zanîn koçberên li Reyhanliyê ji mercên tê de dijîn gazinc in.

 

Jinekî sûrî wiha dibêje: “6 zarokên min hene lê me sobeyek jî nîne. Em şeva xwe di bin muman de derbas dikin. Li wan deran bihaya kireyê xaniyan gellekî zêde ne.”