12:49:49
Rojava News: Li navçeya Ayvalik a Balikesîrê, belema penaberan noqî avê bû. Di bûyerê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 4 ji wan zarok in.
Li peravên rojavayê Tirkiyê di nav derya Egeyê de belemeke penaberên ku xwestin derbasê Yunanistanê bibin noqî avê bû.
Qeymeqamê Ayvalikê da xuyakirin, bûyer nêzîkî girava Madenê pêkhat û di belemê de 13 penaber hebûn.
Di bûyerê de 4 zarokan û jinekê cane xwe ji dest dan, 7 kes jî hatin rizgarkirin û bo dîtina kesekî din jî lêgerîn berdewam dikin.
Piştî peymana di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê de bo radestkirina penaberan têk çû, penaber hewl didin bi rêyên kaçax derbasî Ewropayê bibin.
