Îran balyozxane û konsulxanyên xwe yên li Tirikiyê daxist

Îran balyozxane û konsulxanyên xwe yên li Tirikiyê daxist

12:53:43

 

Rojava News: Piştî bûyera kuştina balyozê Rûsyê li Tirkiyê, Îranê jî biryara daxistina balyozxane û konsulxaneyên xwe da.

 

Şiva borî 19.12.2016ê kesekê binavê Şahîn S. Li ber deriyê balyozê Amerîkayê neh fîşek teqandine û piştre, ji aliyê polîsan ve hatiye girtin.

 

Roja 20.12.2016ê wezîrtê dereve yê Îranê biryara daxistina balyozxane û konsulxaneyên xwe di welatê Tirkiyê de ragihand.

 

Pêgeha fermî ya balyozxaneya Îranê belav kiriye ku roja 20.12.2016 deriyê xwe girtine û daxwaz ji welatiyên welatê xwe kiriye ku serdana Tirkiyê nekin.

 

Pêştî bûyera terorîstî ya kuştina balyozê Rûsyê ,Tevgera Milî ya Sûriyê berpirsiya xwe li ser encama wê karê terorîstî ragihand û gef li berjiwendiyên Îranê û Rûsyê kir û diyarkirin ku:”Ew bûyere destpêkekebû ji bo encamdana êrîşan di hemû cîhanê de li dijî berjiwendiyên Îranê û Rûsiyê.”

 

Îro wezareta dereve yê Amerîka biryara girtina balyozxane û konsulxaneyên xwe li Ankarê û Îstanbolê û Adanê de da.