12:55:04
Rojava News: Hat ragihandin ku rêxistina Talîbanê li Afganistanê êrişî mala parlamenterekî kir, di êrişê de 3 jê zarok 8 kuştin û 8 kes jî birîndar kirin.
Hat ragihandin ku rêxistina Talîbanê li Afganistanê êrişî mala parlamenterekî kir, di êrişê de 3 jê zarok 8 kuştin û 8 kes jî birîndar kirin. Rêxistina Talîbanê li herêma Hilmenta Kabîlê ya Afganistanê bi çekan êrişî mala parlamenter Mîr Velî kir.
Êrişkaran pêşî bî bombeyê deriyê malê vekirin û paşî bi awayê rasthatî gule barandin. Şer û pevçûna ku di navbera parêzvanên parlamenter û endamên Talîbanê de derket zêdetirî 12 seetan dom kir.
Li gorî zanyariyên berdest di êrişa çekdarî de 3 jê zarok 8 kes hatin kuştin û parlamenter Mîr Velî jî di nav de 8 kes birîndar bûn. Velî bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.
Rêxistina Talîbanê êrişa mala parlamenter girte ser xwe û ragihand ku wan fermandarên girîng hedef girtine. Ji aliyê din ve Serokomarê Afganistanê Eşref Ganî jî êriş şermezar kir û ragihand ku ev qetlîameke nayê efûkirin e.
Xizmê parlamenter Haci Gul Aga jî di axaftina xwe de got: "Dijmin êrişî herkesi dike û vê carê jî êrişî me kir."
