21:58:18
Rojava News: Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî hevdîtina bi Serokdewletê Gîneyê Alpha Conde re, di civîna hevpar a çapemeniyê de li ser operasyona Babê û civînên ku tê çaverêkirin li Astana ya paytexta Kazakîstanê pêk werin, daxuyanî dan.
Serokomarê Tirkiyê Erdogan li ser operasyona bajarokê Babê yê Sûriyê ya arteşa Tirkiyê pêşengiya wê dike, rexne li Hêzên Hevpeymaniya Dijî DAIŞê girt ku piştgiriya wan nakin û got, "Hêzên koalîsyonê sozên ku derbarê Sûriyê de dane bi cî nayînn."
Erdogan herwiha diyar kir ku ew ji El Babê venakişin û wiha axivî: "Ne pêkan e derbarê El Babê de rêya ketinê vegerin. Niha DAIŞ li El Babê hatiye dorpêçkirin. Şehîdên me hene, lê em venagerin."
Erdogan bal kişand ser civînên çareseriya krîza Sûriyê yên Astanayê ku dê bi garantoriya Rûsya, Tirkiye û Îranê pêk werin û wiha axivî: "Heger rêxistinê terorê werin vexwendin, em bi germî pêşwazî nakin. Ya girîng ew e ku dê kîjan lîder beşdar bibin. Pêwîst e di asata wezîrên karên derve de be.
Ger welatên wekî Qeter ûSiûdî Erebîstan beşdarî civînên Astanayê bibin, em ê ji vê kêfxweş bibin. Çimkî kedeke wan welatan tê de heye."
