13:42:57
Rojava News: Tirkiye ji Îranê daxwaz dike ku rê nede rêjîma Sûriyê agirbesta li Sûriyê binpê bike.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavûşoglu ragihand, divê Îran fişarê li milîsên şîe û li rêjîma Sûriyê bike da ku agirbestê binpê nekin, ku li gor wî ev yek gefê li ser çarenvîsa danûstandinên Astanayê dike.
Çavûşoglu her wiha diyar kir ku ew bi Rûsyayê re berdewam in li ser hewên xwe bo destnîşankirina aliyên ku agirbestê binpê dikin.
Agirbesta ku ji aliyê Rûsya û Tirkiyê ve li seranserî Sûriyê hatiye ragihandin, di şeva 30 Kanûna sala 2016 de dest pê kir, lê ji wê demê ve heta niha gelek caran hatiye binpêkirin.
