Rojava News: Berdevkê Artêya Amerîkayê yê li Bexdayê John Dorrian ragihandin ku hejmara leşkerên koalîsyonê yên beşdarî şerê Mûsilê dibin 2 qat hatine zêdekirin.
Dorrian, li ser bi qasî 2 qatan zêdekirina hejmara leşkerên Hevpeymaniya Dijî DAIŞê di operasyona Mûsilê de da zanîn ku ev sererastkirin çend hefte berê hatiye kirin.
Fermandarê Amerîkî bi rêya telekonferansê bi Pentagonê re axivî û got, 'Ji bo lezkirina pêşveçûna hêzên Iraqî hevpeymaniyê êrîşên xwe yên asmanî li ser DAIŞê zêde krin. Me ji bo perwerde û taktîkan hejmara leşkerên koalîsyonê zêde kir.'
Dorrian ragihand ku ev sererastkirina zêdekirina leşkeran ji bo piştevaniya qonaxa duyem a operasyonê Mûsilê hatiye kirin. Li gor daneyên Dorrîan 450 leşkerên pisporên îstixbaratê, endezyar û hêzên taybet li operasyonê hatine zêdekirin û bi qasî du qatan zêdekirin çêbûye.
