Nûnerên komên filîstînî dê serdana Moskowa yê bikin

Nûnerên komên filîstînî dê serdana Moskowa yê bikin

10:43:11

 

Rojava News: Nûnerê Taybet yê NYyê yê li Sûriyeyê û Dîrektorê Zanistê yê Enstîtuya Şerqiyatê ya Akademiya Zanistên Rûsyayê Vîtaliy Naumkîn, ragihand ku wê serokê 8 komên filîstînî di 15-17 Rêbendanê de, bên Moskowê.

Naumkîn, di axaftina xwe ya RIA Novostiyê de got: ‘Em ê di 15-17ê meha Rêbendanê de, li Enstîtuya Rojhilatnasî ya Akademiya Şerqî ya Rûsyayê, derbarê Filîstînê de civînekê li dar bixin. Ev ne civîneke fermî ye lê serokên komên filîstînî bo eşkerekirina pirsgirêkên xwe wê bên vê derê.'

Tê payîn ku Hemas û El Fetîh jî beşdarî civînê bibin. Rayedarek El Fetihê Qaed el Gul di axaftina xwe ya RIA Novostiyê behsa civînê kir û got ew bo cudahiyên di navbera komên filîstînî ji holê rakin, wê biçin Moskowê. Herwiha wê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û alîkarî wî Mîxaîl Bognadov re bên ba hev.

Di sala 2011an de li Moskowê, dîsa bi pêşengiya Naumkîn, civînek hatibû lidarxistin.