Amnesty: Heşdî Şeibî tawanên şerî kirine

Amnesty: Heşdî Şeibî tawanên şerî kirine

10:57:37

 

Rojava News: Rêxistina Efûya Navdewletî(Amnesty) di raporta xwe ya roja pêncşemê de bangî dewletên çekan didin Iraqê kir ku bi awayekî baştir kontrolê deynin ser wan çekan ta ku nehêlin ew çek têkevin destê Heşdî Şeibî ku tawanên şerî kirine.

Amnestyyê îro pêncşemê raportek weşand û tê de wiha got: "Milîstên paramîlîter ku bi piranî şîî ne û di bin sîwana Heşdî Şeibî de dixebitin, hinek operasyonên derveyî dadmendiyê pêk anîn, bi hezaran zilam û sîpeyên êşkence kirine û hejmareke mezin ji çek û cebilxaneya xwe bi kar anîn ku di encamê de mafên mirovan bi awayekî giran bin pê kirin, herwiha qanûnên navdewletî jî bin pê kirin ku hinek ji wan digihêjin asta tawanên şerî yan rê li ber tawanên şerî vedikin bêyî bitirsin ku werin sizakirin."

Di raporta bi navê "Iraq: Çavgirtina li ser biçekkirina milîşên Heşdî Şebî" tê diyarkirin ku herî kêmî çek û cebilxaneya ji 16 welatan hatine di destên Heşdî Şeibî de ne ku di nav wan de çekên sivik û biçûk, moşek, topxane û navgînên zirxî yên çîn, amerîkî, ewropî, iraqî, rûsî di nav de jî hene."

Herwiha raportê teqez kir ku divê dewletên çekan didin Iraqê kir ku wan bi awayekî baştir kontrolê deynin ser wan çekan ta ku nehêlin ew çek têkevin destê Heşdî Şeibî ku tawanên şerî dike.