12:28:18
Rojava News: Berdevkê koalîsyonê yê dijberê rêxistina terorîst a DAIŞê mîralay John Dorrian ragihand ku bi saya operasyonên ku ji Baregeha Încîrlîkê têne birêvebirin dinya ewletir e.
Berdevkê koalîsyonê yê dijberê rêxistina terorîst a DAIŞê mîralay John Dorrian ragihand ku bi saya operasyonên ku ji Baregeha Încîrlîkê têne birêvebirin dinya ewletir e.
Dorrian ji bo Baregeha Încîrlîkê got: "Cihekî bê biha ye" John Dorrian di civîna çapemenî ya Wezareta Parastin a Amerîkayê ya Pentagonê de got: "Bi saya îmkan û derfetên Baregeha Încîrlîkê ku balafirên koalîsyonê jê radibin dinya aram û ewlehîtir dibe."
Dorrian di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku Baregeha Încîrlîkê ji bo îstÎxbarat, kifş 3u êrişên hewayî yên hêzên koalîsyonê tê bikar anîn.
Berdevkê Pentagonê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Tiştên ku Tirkiye li bakurê Sûriyeyê dike pir bi qîmet e. Hevdîtinên dîplomatîk ji bo koalîsyon li herêma El Babê piştgiriyê bide artêşa Tirkiyeyê didomin."
