Lavrov û Çavuoglu li ser agirbesta Sûriyê peyivîn

Lavrov û Çavuoglu li ser agirbesta Sûriyê peyivîn

Rojava News: Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hevtayê wî yê tirk Mevlut Çavuşoglu bi pêwendiyeke telefonê agirbesta Sûriyê nirxandin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Lav û Çavuşoglu mijarên li ser agirbesta Sûriyê ku bi garantoriya Rûsya û Tirkiyê hatiye ragihandin gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ‘Her du aliyan li ser birêvçûn û şopandina agirbestê rijdbûna xwe anîn ziman û bal kişandin ser girîngiya amadekariyên civînên Astanayê.'

Herwiha hat ragihandin ku her du aliyan girîngiya berdewama têkoşîna bi komên terorîst re nirxandin.