Mezintirîn gora bikom a DAIŞ hate dîtin

Mezintirîn gora bikom a DAIŞ hate dîtin

Rojava News: Li sînorê qeza Miqdadiye a ser bi parêzgeha Diyale mezintirîn gora bikom a terorîstên DAIŞ`ê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye dîtin ku 150 terorîst têde bûne.

 

Fermandarekî hêzên polîsê diyale ji PUKmedia`yê re ragihand ku: Ji aliyê akinciyên gundê Seyd Ebasî a li bakûrê qeza Miqdaddiyê zabyarî dane hêzên ewlekariyê ku gorekî bikom a terorîstên DAIŞ li nêzîkî gund dîtine.

 

Wî fermandarî got: Hêzên ewlekariyê çûne cihê gorê û piştî kolandinê 150 laşên terorîstan hatine derxistin ku hemû avêtibûn ser hev di nava çalekê de.

 

Wî fermandarî da zanîn ku terorîstên DAIŞ zêdetir laşên terorîstên biyanî û Efxanî û welatê erebî têde kom kirine.