Balafira tirk li Kirgizistanê bi avahiyan de ket: 37 mirî

Balafira tirk li Kirgizistanê bi avahiyan de ket: 37 mirî

12:30:55

 

Rojava News: Balafira Rêya Hewayî ya ACT a Tirkiyeyê li Kirgizistanê bi ser avahiyan de ket, di encamê de zarok jî di nav de 37 kesî jiyana xwe ji dest da. Li gorî ajansa Reutersê balafireke kargo ya Tirkiyeyê li Kirgizistanê ket û di encamê de 37 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji 37 kesên ku jiyana xwe ji dest dane yek jê pîlot û yên mayî jî xelkê niştecih ê ku balafir lê ketiye ne.

Ajansê di berdewamiya nûçeya xwe de ragihand ku balafira kargo ku ji Hong Kongê rabû li nêzî balafirxaneya Manas a paytextê Bişkekê ket. DHAyê jî ragihand ku di qezayê de pîlotê yekemîn Ibrahim Gurcan Diranci, pîlotê duyemîn Kazim Ondul û pisporên barkirinê Melih Aslan û Ihsan Koca jiyana xwe ji dest dane.

Riyên Hewayî yên Tirk (THY) li ser Twitterê daxuyand ku ew balafir ayidê Riyên Hewayî yên ACTê ye, ne ya wan e. Herwiha li gorî daxuyaniya Wezareta Rewşa Lezgîn a Kirgizistanê di ketina balafira kargo a tirk de yek jê pîlot 37 kesî jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê enqazê balafira Boeing 747 dîtine û yek jê pîlot hinek cesed deranîne. Li gorî zanyariyên berdest di ketina balafirê de 15 avahî zirar dîtin.