13:24:16
Rojava News: Li gorî daxuyaniya Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de li bakurê Sûriyeyê 188 hedefên DAIŞê hatin îmhakirin û 18 terorîst hatin kuştin.
Sererkaniya Giştî ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Operasyona Mertalê Firatê di roja 146emîn de bi hemû hêza xwe berdewam e.
Li bakurê Sûriyeyê li herêma Sflaniyah û Kabr Al Mukri di encama top, hawan û balafiran de 188 hedefên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin rûxandin û 18 milîtan jî hatin kuştin.
Sererkaniyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Di encama topbarana hedefên rêxistina terorîst a DAIŞê de cihên jiyangeh, çeperên parastinî, baregehên kontrolkirinê, cebilxane û wesayîtên wan hatin hedef girtin.
Herwiha di encama êrişên hewayî yên li herêma El Babê jî 5 avahî, avahiyeke baregehî û du wesayîtên bomebarkirî hatin rûxandin.
Di lêgerîn û paqijkirina qadê de jî 6 bombeyên destçêkirî bi kontrol hatin teqandin." Li gorî daxuyaniyê heta niha 2 hezar 933 bombeyên destçêkirî û 43 mayîn bi awayekî kontrol hatine teqandin.
