Pêwiste Kurd jî wekî ermeniyan bêne Techîrkirin!

Pêwiste Kurd jî wekî ermeniyan bêne Techîrkirin!

13:44:44

 

Rojava News: Dîrektorê Haberlînksê Can Bilîcan gotarek bi navê techîrkirina Kurda belavkir ku tê de dibêje: Ji bo çareserkirina pirsgirêka PKKê pêwiste bajarê bakurê Kurdistanê bêne koçberkirin da re ya alîkariya lojîstîkî werî birrîn.

Can Bilîcan got; Heta ku dever ji Kurda neyê paqijkirin, mirina leşker û polîsa nayê girtin û Tirkiyê nabê dewletek aram.

Herweha dibêjê: Ji tasfiyekirina PKKê re tekana çare eweye ku, wekî ku bi serê Ermeniyan de hate kirin, li himber Kurda jî siyaseta komkujî û koçbarkirinê bê meşandin. Lê pêwiste derfet neyê dayin da Kurdê bakur berê xwe bidin bajar û metropolê Tirkiye, ji ber ku ew jî dibe cihê metirsiyê, her wekî ya Ermeniyan berê Kurda lazime bidin Îran, Iraq û Suriyê, da pirsgirêk ji bingehî de bê çareserkirin. Ji bo Tirkiyê ya herî baş ew coğrafya ji kurda werî paqijkirin.

Di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje; Li bajarê kurda pêwist derketina derve her qedexe bê, bê navber qedexe berdewambê, hemû damû dezgehên mirovî, ragihandina nêzikî Kurda bêne qedexekirin,xizmeta tendurîstî bê rawestandin, muçeyê deverê bêne birrîn . Dîsa ji bo polîs û leşkeran li bajarê Kurda ji bo her cur komkujî, girtin, kobarîkirin derfetek bê sînor bê dayin. Eger ew neyê kirin xaka Tirkiyê wê bibê goristana leşker û polîsan.