DAIŞê bi buldozerê 7 kes kuştin û dilê kesê 8an bi saxî derxist

DAIŞê bi buldozerê 7 kes kuştin û dilê kesê 8an bi saxî derxist

 

 

Rojava News: Çavkaniyeke ewlekariya Kerkûkê îro ragihand ku DAIŞê bi buldozerê pê li 7 kesan kir û dilê yê heştan bi saxî derxist.

Çavkaniyê ragihand, "DAIŞê bi buldozerê 7 kes îdam kirin, piştî ku ew bi xebata bi istixbarata Iraqê re tohmetbar kirin" û diyar kir ku bi saxê bi buldozerê pê li wan kir ku hinek endamên berê yên istixbaratê di nav wan de bûn.

Herwiha çavkaniya ku nexwest navê wê were eşkerekirin wiha got: "Endamekî rêxistinê dilê yekî bi saxî derxistiye û xwariye, ji ber ku ew jî bi hevkariya bi istixbarata Iraqê re hatibû tohmetbarkirin."

Li gorî çavkaniyê, ev bûyer li kampa leşkerî ya Hewîceyê pêk hatiye û DAIŞê dîmenên vê bûyerê tomar kirine.

Hêjayî gotinê ye ku DAIŞê ji sala 2014an ve navçeya Hewîceyê kontrol kiriye û ji wê çaxê de bi dehan kes bi tohmetên cûbicûr kuştine.

Ev îdamên DAIŞê di demeke wiha de tên ku Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li gelek sengeran DAIŞê dişkînin û têk dibin.