El-Caferî: Tirkiye alîkariya terorîstan dike!

El-Caferî: Tirkiye alîkariya terorîstan dike!

 

Rojava News: Serokê şandeya hikûmeta Sûriyeyê bo Astanayê Beşar El-Caferî teqez kir ku "diyalogeke tirkî-sûrî dê çênebe, ji ber Tirkiye serweriya Sûriyeyê bin pê dike û alîkariya terorîstan dike".

El-Caferî berî çûna xwe bi Qazaxistanê derbarê mijarê de wiha got: "Tirkiye serweriya Sûriyeyê bin pê dike, alîkariya komên terorîst dike û rê li ber çareseriya aştiyane digire, lewra ji bo me, dê diyalogeke sûrî-tirkî pêk neyê."

Herwiha rayedarê sûrî teqez kir ku "aliyên herêmî dê 'beşdarî civînên Astanayê nebin', ji ber ew civîn di navbera sûriyan bixwe de ne ku ti merc jipêşî de nehatine diyarkirin û ti aliyê derveyî dê destwerdanê tê de neke".

El-Caferî di berdewam axiftina xwe de diyar kir ku armanca civînên Astanayê, diyarkirina xetên rawestandina şerî ye û ew e ku komên terorîst ji komên agirbest pejirandiye bên vavêrkirin.

Derbarê pêşbîniyên encamên civînan de, El-Caferî eşkere kir ku hîn zû ye, mirov encaman texmîn bike lê niyeta hikûmeta sûrî ew e ku bi awayekî erênî beşdarî civînan bibe.