Hûrgiliyên reşnivîsa daxuyaniya dawî ya civînên Astanayê!

Hûrgiliyên reşnivîsa daxuyaniya dawî ya civînên Astanayê!

13:48:01

 

Rojava News: Reşnivîsa daxuyaniya dawî ya civînên Astanayê destnîşan kir ku divê mekanîzmeke sêalî bê damezirandin ta ku pê sepandina agirbestê bê kontrolkirin.

Li gorî agahiyên di ragihandine hatine belavkirin, di reşnivîsê de piştgirî bo dijberiya çekdar heye ku dixwaze di civînên Cenevreyê de beşdar bibe.

Herwiha dewletên serperiştiya civînan dikin soz da ku ew ê bi awayekî hevbeş şerê DAIŞ û El-Nusrayê bikin.

Dewletên serperiştiya civînanan dikin bang kir ku gotûbêj li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya hejmara 2254 bi rê ve biçin.