06:30:16
Rojava News: Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê daxwaz li Serokê Amerîkayê, Donald Trump kir ku hewlên Hikûmeta berê ya Amerîkayê tekrar neke, belku pêwîste peyvendiyên li gel Hikûmeta Tirkiyê bihêz bike û li yek nêzîk bibin.
Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê, Numan Kurtulmiş di civîneke çapemenî de daxwaz li Trump kir ku êdî dema vê yekê ye ku Fetullah Gulen radest Tirkiyê bê kirin.
Kurtulmuş cuda li daxwaza radestkirina Gulen behsa YPGê jî kir û got ku êdî alîkariyê nedine YPG(Yekîneyên Parastina Gel) û divê navê vê rêxistinê bibine nav lîsta terorê de.
Di beşek din ya gotinên xwe de li ser civîna Astanayê ji bo çareserkirina şerê navxwe ya Sûriyê de got ku:”Em wûsa hêvî dikin ku civîn bi awayeke adilaneye û derencamên civînê aştiyeke berdewame ji bo Sûriyê.”
