Tirkiyê naxwazî bajrokê Babê radestî rejîma Sûriyê bike!

Tirkiyê naxwazî bajrokê Babê radestî rejîma Sûriyê bike!

Rojava News: Cîgirê Serokwerzîrê Tirkiyê red kir ku bajarokê Babê radestî rejîma Sûriyê bikin.

 

Roja 24.01.2017ê Cîgirê Serokwezîrê Tirikiyê,Numan Kurtulmuş ji bo ajansa Anadola Tirkiyê diyar kir ku hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê ti alîkariyek nedane operasyona artêşa Tirkiyê ji bo azadkirina bajarokê Babê ku ser bi parêzgeha Helebê ye û dikeve bakurê Sûriyê de.

 

Wî berpirsî herwaha got ku artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyonê di demeke kin de vê bajarokê Babê rizgar bikin û piştî rizgar kirinê jî bajarokê Babê radestî rejîma Sûriyê nakin.

 

Di dawiya meha 8 a sala 2016ê de artêşa Tirkiyê û komên opozisyona Sûriyê li bakura Sûriyê de operasiyonek bi navê operasiyona Mertala Firatê destpê kirin bi mebesta paqijkirina bakurê Sûriyê ji PKKê û DAIŞ.

 

Niha bajarokê Babê di destê DAIŞê de ye û li meha 12 sala 2016ê ve ev bajarokê di çenbera artşêa Tirikiyê û opozisyona Sûriyê de ye.