11:53:24
Rojava News: Li gorî daxuyaniya Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) di roja 155emîn a çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de 180 hedefên DAIŞê hatin îmhakirin û 17 milîtanên terorîst hatin kuştin.
Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) di daxuyaniya xwe de ragihand ku di roja 155emîn a Operasyona Mertalê Firatê de 180 hedefên rêxistina terorîst a DAIŞê ku bi navgînên hewayî hatibûn tesbîtkirin hatin îmhakirin û 18 milîtanên terorîst hatin kuştin. Di nava hedefên ku hatine îmhakirin de cihên jiyangeh, çeperên parastinî, baregehên leşkerî, depoyên çekan û wesayîtên barhilgir jî hene.
Li gorî daxuyaniya TSKê, tîmên pûçkirina bombe û mayînan li herêma El Baba bakurê Sûriyeyê 30 teqemeniyên destçekirî îmha kirin.
Hat ragihandin ku ji roja destpêkirina operasyonê û heta niha 3 hezar û 149 teqemeniyên destçêkirî û 55 mayîn bi kontrol hatin pûçkirin.
