El Şebab li Somaliyê êrişî otelê kir: 12 kuştî û 25 birîndar

El Şebab li Somaliyê êrişî otelê kir: 12 kuştî û 25 birîndar

 

12:47:36

Rojava News: Hat ragihandin ku rêxistina terorîst a El Şebab li paytextê Somaliyê êrişî otelekê kir, li gorî zanyariyên destpêkê di êrişê de herî kêm 12 kes hatin kuştin.

Hat ragihandin ku rêxistina terorîst a El Şebab li bajarê Mogadişu yê Somaliyê êrişî otelekê kir, li gorî zanyariyên destpêkê di êrişê de herî kêm 12 kes hatin kuştin û 25 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ajansa AFPê di nava kesên birîndar de rojnamevan jî hene.

Li gorî zanyariyên berdest, li hemberî Otela Daya ku li Mogadişuyê li ser cadeya Mekke-i Mukerremê ye û rayedarên fermî yên hikûmetê lê diman bi du wesayîtên bombebarkirî êriş hat lidarxistin.

Tîmên tendirustî di daxuyaniya de ragihandin ku di êrişê de 12 kesî jiyana xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûn. Li gorî daxuyaniya tîmên tendirustî di nava birîndaran de xebatkar û kameramanên çapemenî yên navneteweyî jî hene. Derbarê êrişê de hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.