Lavrov li Moskowê wê bi muxalifên sûriyeyî re hevdîtinekê pêk bîne

Lavrov li Moskowê wê bi muxalifên sûriyeyî re hevdîtinekê pêk bîne

12:52:32

 

Rojava News: Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê li Moskowê di 27ê Rebendanê de wê bi nûnerên muxalifên sûriyeyî re hevdîtinê pêk bîne.

Berpirsekî ji Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku Sergey Lavrov di 27ê Rebendanê li Moskowê bi nûnerên grûbên muxalifên sûriyeyî re hevdîtinekê pêk tîne. Li gorî daxuyaniya berpirsyar hevdîtin berê sibehê wê destpê bike.

Serokê heyeta rûsî ku li Astanayê di hevdîtinên aştîyê yên Sûriyeyê de Rûsyayê temsîl kir Aleksandr Lavrentyev duhî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku muxalifên çekdar di 27ê Rebendanê de diçin Moskowê û dê bi Wezîrê Derve Sergey Lavrov re hevdîtinekê pêk bînin.