13:38:06
Rojava News: Serokomarê Misirê Abdulfettah el Sîsî diyar kir ku ger Balyozxaneya Amerîka ya li Tel Avîvê ji bo Qudsê were veguhastin rewşa Rojhilata Navîn wê hîn tevlihev bibe.
Sîsî yê ku li bajarê Asvanê di konferansa ciwanan de axivî, nîqaşên veguhastina balyozxaneya Amerîkayê ya ji bo Qudsê nirxand. Serokomarê Misirê got, "Ev demeke dirêj e em vê rewşê dişopînin û em naxwazin rewşa Rojhilata Navîn hîn tevlihev bibe."
Sîsî ji bo rayedarên Amerîka û Îsraîlê jî got, "Ez ê di derbarê balyozxaneyê de hîn zêde tiştekî nebêjim lê em hewil didin k udi qonaxa din de rewş hîn tevlihev nebe."
Serokê Amerîkayê Donald Trump di pêvajoya kampanya xwe ya hilbijartinê de soz dabû ku ew ê balyozxaneya Amerîka ya li Tel Avivê veguhezîne Qudsê û herî dawiyê di daxuyaniyeke xwe ya ji bo rojnameyeke Îsraîlê de jî diyar kiribû wî soza xwe ji bîr nekiriye û got, "Ez li ser soza xwe disekinim."
