Tehranê li beranber Trump bê deng nema: Welatiyên Amerîkî girtin

Tehranê li beranber Trump bê deng nema: Welatiyên Amerîkî girtin

12:03:52

 

Rojava News: Îran ragihand ku heta ku biryarnameya ketina welatiyên Misilman ya Amerîkayê qedexe dike bê betalkirin, wê welatiyên amerîkî nikaribin derbasî Îranê bibin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta  Karên Derve ya Îranê ve hate dayîn ve hate dayîn de tê gotin ku: 'Bo parastina mafên welatiyên Îranê, heta ku DYA qedexeya li ser îraniyan rake, em ê jî nehêlin ku welatên emerîkî derbasî Îranê bibin.'

Di daxuyaniyê de tê gotin ku DYA bi vê biryarê heqaretê li welatên Misilman bêhtir jî li Îranê dike. Di dewama daxuyaniyê de tê gotin ku: 'Her çi qas tê îdiakirin ku biryar bo ewlehiya gelê Amerîkayê hatiye dayîn jî, ne rast e. Lewra biryar bo pirolet û alîgirên wan mîna 'diyariyekê' ye.'

Hêjayî gotineye ku welatiyên Iraq, Somalî, Yemen, Lîbya, Somalî û Sûdanê di çarçoveya biryarnameya ku ji aliyê Serokê DYAyê Donald Trump ve hatiye îmzekirin, wê heta 90 rojan nikaribin derbasî DYAyê bibin.