DAIŞê sê rêveberên xwe kuşt

DAIŞê sê rêveberên xwe kuşt

10:58:55

 

Rojava News: Rêxistina tund a DAIŞê sê rêveberên xwe yên li bajarê Mûsilê kuştin û dadgeha DAIŞê biryarek derxist.

Dadgeha şerîet a DAIŞê biryar da, Ebu Telhe Şamî, Hesen Qehtanî û Ebu Qetade Iraqî bên darve kirin û biryara dadgehÊ li navçeya Dewase ya aliyê rojavayê bajarê Mûsilê hat bicîhanîn.

Ew rêveberên DAIŞê li eniya şer a aliyê rojhilatê Mûsilê revîbûn û xwe ji şer dabûn aliyekê.

Li gor zanyariyên bi dest ketine, DAIŞ hevjîn û zarokên wan rêveberane bi wesayîtên sivîl û bi rêya Beacê ve veguhestine bajarên Sûriyên yên bin desthilatiya xwe.