12:47:22
Rojava News: Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Yasîn Aktay da xuyakirin, ew bi ti awayê qebûl nakin ku Amerîka çekên giran û otombêlên zirxpoş bide HSD. Ragihand jî, li hember vê yekê ewê bêdeng nemînin.
Cîgirê Serokê AK Partî û Berdevkê AKPê Yasîn Aktay, piştî civîna Encûmena Navendî ya Rêveberiya AKPê, ku bi serokatiya Binalî Yildirim civiya bû, civîna çapemenî lidar xist.
Aktay got, HSD beşek ji PKKê ye û diyar dibe ku Amerîka radeya alîkarî bilind kiriye û gihandiye asta otombêlên zirxpoş û çekên giran. Aktay da zanîn ew van pêşketinan metirsîdar dibînin û bi awayek baldar dişopînin û çi pêwîst be jî dê bikin.
Berdevkê Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) ragihandibû, di çarçova şerê li dijî DAIŞê, wan çek ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re şandine.
