13:22:25
Rojava News: Serokomarê Komara Islamî ya Îranê Hesen Ruhanî rexne li siyasetên Serokê Amerikayê Donald Trump girt û ew bi “Nezanê” siyasetê binav kir.
Hesen Ruhanî di axaftina xwe di televizyona fermî ya dewletê de diyar kir, ku “Trump di siyasetê de nû ye. Ji cîhaneke din tê. Cîhana siyasî ji wî re nû ye û dê dem bigre heta ku fêr bibe. Ev jî dê belayan bîne ser serê Amerikayê”.
Komara Islamî ya Îranê, yek ji welatan e, ku Amerikayê qedexeya vizayê daniye ser hevwelatiyên wê. Îranê jî diyar kir, ku bi heman awayî dê bersîva Amerikayê bide.
Ji bo rêkeftina atomî, ku di navbeyna Îran û welatên 5+1 de hatiye îmzekirin, Trump gotibû “ev xerabtirîn rêkeftin e”. Amaje bi wê yekê kiribû, ku dikare vê rêkeftinê red bike. Îranê ji aliyê xwe ve ragihand “Mafê Amerikayê nî ne, ku rêkeftinê red bike”
