00:07:30
Rojava News: Serdozgerê giştî yê Îranê dibêje, ew kesên ku li ser sînor kolberiyê dikin nabe rastî zor û êirşê bên ji ber ku tekane çavkaniya jiyana wan kolberî ye.
Serdozgerê giştî yê Îranê Mihemed Ceifer Muntezirî, îro di civîna rêkên nehîştina qaçaxçîtiya dirav û kelûmelan de gotarek pêşkêş kir. Muntezirî di beşek ji gotara xwe de behsa kolberên kurd ên ku li ser sînor bi piştan barberiyê dikin, jî kir û got, ew kesên kolberiyê dikin divê hêsankarî bo wan bê kirin û rastî zor û êrişê neyên ji ber ku tekane çavkaniya jiyana wan kolberî ye.
Serdozgerê giştî yê Îranê her wiha got, helbet hinek kesên bazirgan û dewlemend kolberên belengaz neçar dikin bi awayekî qaçax ji ser sînoran re derbas bibin, ji ber wê jî rastî êriş û girtinê tên.
Wî berpirsê mezin ê dezgeha dadweriyê ya Îranê, behsa bûyera kolberên kurd di bin aşûtê de jî kir û got, ew bûyer tiştekî sirûştî ye û mirov nikare tiştekî li ser bêje. Rehma Xwedê li wan be.
Muntezirî ji hikûmeta Îranê xwast, li deverên sînorî derfetên kar pêş bixin da ku xelk neçar nemînin xwe li sînoran bidin.
Her sal bi dehan kolberên kurd, bi hêceta ku qaçaxçîtiyê dikin, li ser sînoran ji aliyê hêzên Îran û Tirkiyê ve tên kuştin.
Di heyama yek meha borî de li navçeyên cuda yên Kurdistana rojhilat 21 kolberên kurd, ji ber sedemên cuda yan jiyana xwe ji dest dane, yan jî birîndar bûne.
