00:16:09
Rojava News: Li bajarê Eskişehirê yê Tirkiyeyê 9 kesên bi îdiaya endamtiya Eniya Fetih El Şam hatibûn desteserkirin, ji aliyê dozgeriyê ve hatin berdan.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijterorê û Şaxa Polîsên Taybet ên Miduriyeta Ewlehî ya Eskişehirê yekşema borî li navenda wî bajarî li hemberî 9 navnîşanan operasyon li dar xistibûn.
Di encama operasyonan de 9 kes bi îdiaya ku endamên Eniya Fetih El Şamê ne, hatibûn desteserkirin.
Gumanbarên hatibûn desteserkirin duh piştî lêpirsînên wan ên li Miduriyeta Ewlehiyê sewqê dadgehê hatibûn kirin. Ew her 9 gumanbar piştî îfadedayinê ji aliyê dozgeriyê ve hatin berdan.
