11:22:35
Rojava News: Televizyona dewletê ya Sûriyê ragihand, gera diduyan ya hevdîtinên Astanayê ku hatibû plankirin 15ê Sibatê pêk were, ji ber amadenebûna muxalîfên çekdar ên Sûriyê û heyeta Tirkiyê bo 16ê Sibatê hatiye taloqkirin.
Li aliyê din şandeyên Rûsya, Îran, Sûriye û Neteweyên Yekbûyî (NY) yên beşdarî hevdîtinên gera diduyan dibin gihîştin paytexta Kazakistanê Astanayê.
Berî niha hatibû ragihandin ku dê gera diduyan a civînên Astanayê li 15-16ê Sibatê pêk were.
Artêşa Azad a Sûriyê ku beşek ji muxalîfên çekdar e ragihand ku ew dê beşdarê hevdîtinên Astanayê bibin.
Li gor daxuyaniya muxalîfên Sûriyê ku gihîştiye Spûtnîkê wiha hat gotin: "Heyeteke biçûk a ji fermandarên ASAyê û nûnerên din pêk tê, ji bo beşdarî hevdîtinên teknîkî yên li ser agirbesta Sûriyê bibin bi rê ket. Tê hêvîkirin ku civîn ji bo civînên Cenevê yên dahatuyê bibe bingeh."
