Heyetên rûs û tirk berî civîna Astanayê wê hevdîtinekê pêk bînin

Heyetên rûs û tirk berî civîna Astanayê wê hevdîtinekê pêk bînin

00:38:51

 

Rojava News: Hat ragihandin ku heyetên rûs û tirk berî tura duyemîn a civînên aştî yên Sûriyeyê li Astanayê wê hevdîtineke dualî pêk bînin.

Çavkaniyekî dîplomatîk ji heyeta Astanayê di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Heyeta rûsî beriya destpêka tura duyemîn plan dike ku bi heyeta tirk re hevdîtinekê pêk bîne."

Li gorî plansaziyê divê hevdîtinên aştî yê tura duyemîn a Astanayê di 15 û 16ê Sibatê de bihata lidarxistin. Lê Wezareta Derve ya Kazakistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hevdîtinên Astanayê wê roja pênçşemê werin destpêkirin.

Di hevdîtinan de Tirkiye, Rûsya, Îran, hikûmeta Sûriyeyê, nûnerê muxalifên çekdar ên sûriyeyî û berpirsên Neteweyên Yekbûyî tevlî dibin. Balyozê Amerîka yê li Astanayê jî nûneriya Washîngtonê dike.