00:44:09
Rojava News: Rêveberiya Trump dixwaza Supaya Pasdarên Îranê hilde nav “Lîsteya Terorê” û hewlên xwe yên di vî warî de jî zêdetir kiriye. Berpirs û pisporên amerîkî jî dibêjin, ji bo vê pêngavê ti astengî nînin.
Medya Amerîkayê radigihînin, ku şêwirmendên Serokê Amerîkayê Donald Trump reşnivîsa biryarê amade kirine û niha bi dariştin û amadekirinê ve mijûl in.
Her çend rêveberiya Amerîkayê derbarê vê yekê de ti daxuyaniyek nedabe jî derbarê vê yekê de Berdevkê Koşa Spî Sean Spicer bersiv da pirsekî û eşkere kir, ku ew li ser reh û qurma gefên li ser Amerîkayê kar dikin.
Sean Spicer got; “Ez derbarê vê mijarê de behsa ti biryarekî nakim, çi niha çi jî dema pêş bê derxistin. Lê serok ji wan xeteriyan dizane, ku rûbirûyê welatê me bûne. Ji bo êrîşkirina ser wan û eşkerekirina reh û qurmên wan jî hemû tiştekî dike.”
Pispor û çavdêr jî dibêjin biryarekî wiha dê bandorekî mezin ê derûnî li ser hikûmeta Îranê çêbike.
Endamê Saziya Berevaniya Nîştîmanî ya Amerîkayê Emanuela Ottolenghi derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got; “Li gorî Wezareta Derve, Îran sposoriya terorîzmê dike. Beriya niha Amerîkayê Supaya Qûdisê xistibû nav Lîsteya Terorê ku ev supa fermanên xwe ji Supaya Pasdaran werdigre û baskekî wî ye. Ji ber vê yekê ti sedem an jî astengî nînin ku Supaya Pasdaran jî nekeve nav vê lîsteyê.”
Hinek çavdêr jî dibêjin dibe biryareke wiha bandore li cîranên Îranê, bi taybet jî li Iraqê bike.
Şirovekarê Saziya Atlantic Council Owen Wilson jî diyar kir; “Guman di vê de nîne, ku Supaya Pasdaran bikeve Lîsteya Terorê ev yek dê wan grub û aliyên iraqî yên ligel vê supayî di nav danûstandinan de ye, bixe nav aloziyê.”
Şêwirmendên Trump di wê baweriyê de ne, ku ji bo Supaya Pasdaran bixin nav Lîsteya Terorê gelek sedem hene. Yek ji sedema herî giring ew e, ku li gorî raporên îstîxbarata Amerîkayê di navbera salên 2003 heta 2011ê Supaya Pasdaran destê xwe xistine nav bûyerên kuştine bi sedan leşkerên amerîkî.
