Talîbanê li Afganistanê 52 sivîl revandin

Talîbanê li Afganistanê 52 sivîl revandin

02:15:42

 

Rojava News: Hat ragiahndin ku rêxistina Talîbanê li navçeya Derzab a bajarê Cuzcanê ku dikeve bakurê Afganistanê 52 sivîl revandin.

Berdevkê Walîtiya Cuzcanê Reza Gafurî di daxuyaniya xwe ya çapamenî de ragihand ku milîtanên Talîbanê li herêma Çehl Ban û Çari Sayê 52 cotkarên afganî revandin.

Reza Gafurî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got. "Cotkarên ku ji terefê milîtanên Talîbanê ve hatine revandin em nizanin li kur têne girtin û ji bo serbestberdana wan xebatên lêkolînê berdewam in."