Li Mûsilê nêzîkî 40 pîr û zarok ji birçîna mirin

Li Mûsilê nêzîkî 40 pîr û zarok ji birçîna mirin

Rojava News: Hat ragihandin ku li Mûsilê ji ber operasyona rizgarkirinê, dorpêça ser bajêr û nebûna xwarinê 39 pîr û zarok ji birçîna mirin.

Herwiha li gorî raporteke Komeleya Mafê Mirovan a Iraqê, meha derbasbûyî 25 zarok û 14 pîr û kal ji ber nebûna xwarinê û ji birçîna jiyana xwe ji dest dane.

Ev zêdetirî 3 mehan e 55 taxên rojavayê Mûsilê ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve hatine dorpêçkirin. Dorpêçê nefesa nîştecihên vê aliyê Mûsilê jî şidandiye. Ev çend roj in taxên rojavayê Mûsilê ji erdê û esmanan ve tên bombebarankirin.

Li gorî amarên dawiyê li rojavayê Mûsilê nêzîkî 600 hezar kes dijîn û li gorî gotina şahidên nîştecih li aliyê rojavayê Mûsilê niha bê nan û av in. Ji ber nebûna sotemeniyê ji bo ku bikaribin xwe germ bikin kelûpelên nav mala xwe dişewitînin.

Li gorî nûçeya Rûdawê Karmendê Şaredariya Wadî Hecer a Mûsilê Sîd Mûsa dibêje: "10 roj beriya niha 3 kîlo ard dane me. Elektrîka me heye lê bûhaya tiştên xwarinê pir giran in. Weke mînak hêkek bi hezar û 500 dînaran (dolarek û 20 sent) e."

Ji aliyê din ve yek ji nîştecihê taxa Farûq a Mûsilê Nesir Taî ji bo ji rojavayê Mûsilê derbasê rojhilat bibe, 600 dolar daye. Li aliyê rojava derman jî bi dest nakevin.

 

02:40:55