Şoygu: Operasyonên me yên li Sûriyeyê, zincîra şoreşa rengîn şkand

Şoygu: Operasyonên me yên li Sûriyeyê, zincîra şoreşa rengîn şkand

 

Rojava News: Wezîrê Parastin yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku operasyonên leşkerî ya li Sûriye yên Rûsyayê, ‘zincîra şoreşa rengîn' ya li Afrîkayê û Rojhilata Navîn şkandiye.

Şoygu, li konferansa ku Zanîngeha Têkiliyên Navneteweyî ya Dewleta Rûsyayê li dar xist de axivî û got: "Operasyonen me yên li Sûriyeyê zincîra şoreşa rengîn ya li Afrîkayê û Rojhilata Navîn şkandiye. Ev peywirek jeopolitik bû."

Şoygu wiha pê de çû: "Em tenê Sûriyeyê ji terorîstan paqij nakin û welêt rizgar nakin, ji aliyê din ve jî em nahêlin ku komên radîkal bên welatê me."

Hêzên Hewayî ya Rûsyayê li ser vexwendina Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji Îlona 2015an vir ve operasyon li dijî rêxistinên terorîst û DAIŞê pêk tînin.

10:37:52