İşik: leşkerên me zêdeyî El Babê kontrolkirine!

İşik: leşkerên me zêdeyî El Babê kontrolkirine!

02:07:01

 

Rojava News: Wezîrê Parastina Tirkiyê Fikrî Işik ragehand ku, hejmara çekdarên DAIŞê yên ku, li bajarê Babê mane ji sedî kêmitirin, da zanîn ku, Artêşa Tirkiyê zêdeyî nîvê wî bajarî kontrolkiriye.

Di hevpeyvînekî xwe de ligel kenala NTV derbarê hejmara çekdarên DAIŞê yên ku, li bajarê Babê mane Wezîrê Parastina Tirkiyê Fikrî Işik ragehand ku, hejmara wan çekdaran ji sedî kêmtirin, lê metirsiya wan heye, ji ber ku, di nav wan de xwekuj û qenas hene.

Derbarê operasyona "Mertala Feratê" Işik aşkere kirk u, Artêşa welatê wî bi piştevaniya çekdarên Opozîsyona Sûriyê nîvê bajarê Babê ji çekdarên DAIŞê kontirolkirine.

Ji aliyê xwe Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragehandbû ku, Artêşa Tirkiyê û alîgirên wê ji Opozîsyona Sûriyê 25% bajarê Babê kontirolkirine, aşkere kirbû ku, 700 çekdarên DAIŞê li bajarî mane.

Di 24ê Tebaxa Borî de Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê dest bi operasyona "Mertala Feratê" kirbûn, bajarokê Babê ji sala 2014an ve ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye kontirolkirin, niha jî hejmarek ji gondewarên wê jî aliyê Opozîsyona Sûriyê û Tirkiyê hatine kontirol kirin.