Çawîş Oxlo: 50 hezar Penaberên Sûrî Ji despêka Operasiyona “Mertala Ferat “ Li Herêmên Xwe Vegeriyane

Çawîş Oxlo: 50 hezar Penaberên Sûrî Ji despêka Operasiyona “Mertala Ferat “ Li Herêmên Xwe Vegeriyane

6:09:47 PM

RojavaNews: wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîş Oxlo doh înê got 50hezar Penaberên Sûrî ji despêka operasiyona “Mertala Ferat “ bi alîkariya artêşa Tirkiyê di 24 tebaxa sala çûyî de li herêmên xwe li bakurê Sûriyê vegeriyane

Oxlo bêtir got ko piştî kontrolkirina bajarê Babê dê gelek penaber li malên xwe vegerin. Wezîrê Tirkî bêtir got eger herêmêke aram ji tiroristiyê rizgarkirî çêbibe dê penaber derfetekê ji bo vegerandina jiyana normal li herêmên xwe bibînin.

Serokê desteya erkanê Tirkiyê Xelûsî Akar soz bi niştecihên bajarê Babê re da yên ko ji ber rêkxistina Daişê reviyabûn wê piştgiriyê ji hêzên leşkerî bibinin tako karibin bi aramî li malên xwe vegerin, piştî şerên tund yên ko roja pêşmbê çêbûn.

Artêşa azad berî sê mehan şerê rizgarkirina Babê ragihand û gund û girên nêzîk bajêr kontrol kirin û piştî wê operasiyona “Mertala Ferat” dest pê kir bi aliyê bajêr de û Artêşa azad taxên hindirê bajêr û nexweşxane û depoya genim kontrol kirin. Artêşa Sûrî ya azad pêncşembê 23.02.2017 bajar bi tekûzî kontrol kir.

Artêşa azad di 24.08.2016ê operasiyona “Mertala Ferat” destpê kir, bi amanca herêma bakur ji rêkxistinên tirorist paqij bikin û bi taybetî rêkxistina “Daiş” bi piştgiriya artêşa Trikiyê û hevrêzkariya hêzên asmanî yên hevpeymana navdewletî pêkhat.

Bajarê Babê 30 km dûrî sînorê Tirkiyê ye li dora 200hezar kes lê niştecih dibin, û rêkxistina Daiş di