Hevpeymana navwelatî bendava Feratê topbaran kir

Hevpeymana navwelatî bendava Feratê topbaran kir

02:06:52

 

Rojava News: Balafirên Hevpeymana navwelatî, duh êvarî, avahiya saziya giştî ya bendava Feratê li gundewarê Reqayê yê rojava topbaran kir, û di encamê de avahî bi giştî wêran bû.

Balafirên Hevpeymanê berî niha dor bendavê topbaran kirin, di dema pevçûn di nav hêzên Sûriya demoqratîk û çekdarên Daişê de di çarçoveya şerê Hêrsa Feratê de bi armenca kontrolakirina Reqaye.

Tê zanîn ku Netewên Yekbûyî hişyarî li barê lehiyên mezin di encama wêranbûna bendavê de dan, ji ber bilindbûna asta avê tê de.